Erdogan: Me sivîl nekirine armanc

Erdogan got, dibêjin ku di operasyona ser Efrînê de kesên sivîl dibin qurbanî, lê wan tu carê sivîl nekirine armanc, eger ku sivîl kiriban armanc Efrîn ji zûve diket kontrola wan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan di operasyona Efrînê de kuştina sivîlan red dike û dibêje, eger derbarê armanckirina sivîlan de hestiyar nebin, operasyona Efrînê gelek bi lez encam dibû.

Erdogan da xuyakirin, êdî pir kêm maye ku bikevin navenda Efrînê û ew dê bajêr radestî xwediyên rasteqînî bikin. Ew guh nadin bangeşeya reş, ku derbarê kiryarên Tirkiyê de tên kirin û Efrîn û Minbic û bakurê Sûriyê ji YPG paqij bikin.

Erdogan got, dibêjin ku di operasyona ser Efrînê de kesên sivîl dibin qurbanî, lê wan tu carê sivîl nekirine armanc, eger ku sivîl kiriban armanc Efrîn ji zûve diket kontrola wan.

Da xuyakirin, hin aliyan bo erdnîgariya wan kefen amade kiribûn, lê rêveberiya Tirkiyê ew çirandin e.

 

 

C.B