Gul: Nabe şaredarî ji HDPê bên standin

Serokomarê berê yê Tirkiyê û Damezirînerê AK-Partiyê Abdullah Gul nerazî ye şaredarî ji destên HDPê werin standin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê berê yê Tirkiyê û Damezirînerê AK-Partiyê Abdullah Gul nerazî ye şaredarî ji destên HDPê werin standin.

Abdullah Gul ji malpera xwe ya fermî di derbarê encamên hilbijartinên şaredariyan de daxuyaniyek belav kir û ragihand: Cihê genegeşeyeke mezin e, piştî serkeftina namzetekî, mafê şaredariyê ji destê wî were standin. Lewra bi awayek yasayî rê ji bo wî kesî hatiye dayîn ku bibe namzetê şaredariyê.

Got jî: Aşkerekirina encamên Şaredariya Stenbolê jî  gelek dereng ketiye û bûyerên bî vî rengî zirarê dide hêjabûna Tirkiyeyê. Nabe gengeşe û guman bikeve ser hilbijartinên Tirkiyeyê.

Herwiha Abdullah Gul diyar kir, divê pêvajoya hilbijartinê bidawî were û Tirkiye hişê xwe bide ser pirsgirêkên xwe yên cidî.

Saziya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê (YSK) ragihandibû, kesên bi biryarnameyên di hikmê zagonî de ji kar hatibin derxistin nikarin serokatiya şaredariyan bikin û bi vê yeke jî 6 şaredarên HDPê pesendname wernegirtin û li şûna wan partiya duyem pesendname wergirt, ku ew jî berbijêrên AK Partî bûne.

 

S. B