YE: Baştirîn bijarde ji bo Tirkiye hevkariya stratejîk e

Endamê berpirsiyar ê berferehkirina Yekîtiya Ewrûpa (YE) Johannes Hahn diyarkir ku, ji bo Tirkiye û YE jî baştirîn bijarde ne endametî, lê hevkariya stratejîk e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê berpirsiyar ê berferehkirina Yekîtiya Ewrûpa (YE) Johannes Hahn diyarkir ku, ji bo Tirkiye û YE jî baştirîn bijarde ne endametî, lê hevkariya stratejîk e.

Di hevpeyvîna xwe kigel rojnameya almanî Die Welt de Johannes Hahn anî ziman ku, diyaloga di navbeyna YE û Tirkiye de, divê liser bijardeya hevkariya stratejîk raweste. Hahn ev yek, di berjewendiya her du aliyan de jî binav kir.

Johannes Hahn got ku, meha Nîsanê dê rapora pêşketinê ya Tirkiye were weşandin û pirsa serdestiya huquqê, mafê mirovan, rewşa awarte dî cîhek berfereh di raporê de werbigirin.

Ev demek e pêwendiyên di navbeyna YE û Tirkiye aloz in, herçend Tirkiye hewl dide di asta diplomasî de pêwendî vegerin rewşek asayî, pêşketinên berçav dest neketin e.

 

C.B