Ektera Sûrî ya dijber Mey Skaf koça dawiyê kir

Îro li Parîsê paytexta Fransayê ektera Sûrî ya dijberê rêjîma Sûriyê Mey Skaf di rewşeke nediyar de koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro li Parîsê paytexta Fransayê ektera Sûrî ya dijberê rêjîma Sûriyê Mey Skaf koça dawiyê kir.

Hejmarek ji ekter û çalakvanên Sûrî li ser tûra civakî belav kirin, ektera Sûrî Mey Slaf ya ku ji destpêka “şoreşê” ve tevlî opozîsyona Sûriyê bûbû, îro li Fransayê di 49 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Ta niha nayê zanîn ku Mey Skaf di çi rewşê de miriye, lê hevala wê Dîma Wannos belav kir, koçkirina Mey Skaf di rewşeke nediyar de bûye û ew li benda lêkolînan e.

Mey Skaf ji destpêka xwepêşandanên Şama peytext de tevlî şoreşa Sûriyê bû û di sala 2012an de çend caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû binçavkirin.

Mey Skaf ji sala 2013an ve li Fransayê dimîne û her car digot ku ew li dijî rêjîma Esed li aliyê gelê Sûriyê ye.

Ektera Sûrî dawî posta xwe li ser tûra civakî bi vî awayî nivîsî bû: “Ti carî hêviyê jidest nadim… Sûriye gewre ye û ne Sûriyeya Esed e.”

 

S. B