Amerika ambargoya li ser Îrane dijwartir dike

Piştî ku Amerîkayê ambargoyên xwe li ser Îranê sepand ji heyva mijdara sala borî ve destur dayîbû 8 welatan heta 2 gulana îsal petrolê ji Îranê hawirde bikin.

K24 -Istanbul

Piştî ku Amerîkayê ambargoyên xwe li ser Îranê sepand ji heyva mijdara sala borî ve destur dayîbû 8 welatan heta 2 gulana îsal petrolê ji Îranê hawirde bikin. Bi nêzîkbûna 2 gulanê re wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ev vê destura ku ji bo 8 welatan hatî dayîn bidawî tînin û nabe ku piştî nioha ev welat ji Îranê hawirde bikin.Li ser vê biryara Amerîkayê Aborînasekê Tirkiyê radgihîne Tirkiye piraniya gaz û petrola xwe ji Îranê hawirde dike ji ber wê Tirkiye nikare vê hawirdeyê rawestîne.

Amerîkayê piştî ku xwe ji peymana atomî ya li gel Îranê vekişand ,niha hewl dide ambargoyên li ser Îranê zêdetir bike. Beriya niha Amerîkayê rêdayîbû 8 welatên wek Tirkiyê ,Çîn,Japonya,Korya başûr,Tayvan,Hindistan,Îtalya û Yunanîstan ji ambargoyên li ser Îranê bêpar bimînin û heta 2 gulana 2019ê petrolê ji Îranê hawirde bikin. Lê Îro wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo kirîna petrola Îranê ew mafê ku dayî van 8 welatan bidawî aniye û piştî niha nabe ev welat ji Îranê Petrolê hawirde bikin. Pompeo herwiha ragihand Erebîstana Siûdî û Îmarat dê ji bo pêwîstiya petrola dinyayê hilberînerîna petrola xwe zêdetir bikin û ji bo ku bihayê petrolê zêde bilind nebe xebatên wan berdewam dikin.

Mike Pompeo- wezîrê derveyê Amerîkayê, got:''Di heyva mijdara sala borî me Tayvan û 7 welatên din ji ambargoyên li ser îranê muaf kir.Em îro van muafîyetan bidawî tînin û toleransa xwe dikin sifir.Kompanî û dewletên ku bi Îranê re hevkariyê dikin û ji wê bazirganiyê sûdê distînin dê bîbinin ku li ber wê rîskê nakeve.Li gor texmîna me van ambargoyan 10 milyar dolar zîyan gihandiye rejîma Îranê''

Li ser vê biryara Amerîkayê aborînas Mustafa Sonmez ragihand Tirkiye piraniya Petrol û gaza xwe ji Îranê hawirde dike ji ber wê ne mimkune Tirkiye ji Îranê petrol û gazê hawirde neke û dibe ku Amerîka nehêle Tirkiye bi dolaran petrol û gazê ji Îranê hawirde bike.

Mustefa Sonmez- Abûrînas, dibêke:''Biryara Amerîkayê dê li tirkiyê bihayê petrolê bilindttir bike û barê Tirkiyeyê girantir bike..ji xwe niha li dinyayê jî bihayê petrolê bilind dibe ev jî rewşê zehmettir dike.Tirkiye piraniya gaz û petrola xwe ji Îranê hawirde dike ji ber wê mimkune Tirkiyê bi temamî hawirdeya xwe rawestîne lê dibe ku Amerîka nehêlê Tirkiyê vê bazirganiyê bi dolaran bike.''

Piştî vê vê biryara Amerîkayê bihayê petrolê di bazara dinyayê de bilez bilind bû û dinav 6 mehên borî de bihayê petrolê gihişt asta herî bilind. Li gel vê biryara Amerîkayê tê pêşbînî kirin li Tirkiyeyê bihayê benzîn û mazot bilindttir bibe û Tirkiye salane ji %27 a petrola xwe ji Îranê hawirde dike.