DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrîşî Heşdê û Polîsê federalî kir

Çekdarên DAIŞê, li sînorên gundê Mekteb Xalid li başûrê Kerkûkê, êrîşî çekdarên Heşda Şeibî û Polîsê federalî kirin û di encamê de 9 çekdarên Heşdê û polîs hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê, li sînorên gundê Mekteb Xalid li başûrê Kerkûkê, êrîşî çekdarên Heşda Şeibî û Polîsê federalî kirin û di encamê de 9 çekdarên Heşdê û polîs hatin kuştin.

Ev êrîşa çekdarên DAIŞê, hevdem e li gel birêveçûna hilbijartinên giştî yên Perlemana Iraqê, şevê din jî, çekdarên DAIŞê, sê gundên ser bi bajarokên Qeretepe û Cebariye yên ser bi Xaneqînê ve hawenbaran kirin.

Berî encamdana hilbijartinan jî, çekdarên DAIŞê li ser torên enternêtê gefa encamdana kiryarên terorîstî kirin û diyar kirin ku ewê êrîşî bingehên dengdanê bikin.

Ji aliyê xwe ve, balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, bi daxuyaniyekê Hikûmeta Bexdayê hişyar kir, ku çekdarên DAIŞê dixwazin di roja hilbijartinan de êrîşên terorîstî encam bidin.

N.O