Agir bi daristana di nava Efrînê de ket

Agir bi daristana darên Merxê yên di nava Efrînê ketiye, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê jî ti hewlê bo vemirandina wî agirî nadin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Agir bi daristana darên Merxê yên di nava Efrînê ketiye, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê jî ti hewlê bo vemirandina wî agirî nadin.

Çalakvanên Efrînê girtevîdyo li tûra civakî belav kirin, ku tê de diyar dibe agir bi daristana Merxê ya di nava Efrînê de ketiye û ti hewla vemirandina wî agirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve nîn e.

Daristana Merxê di nava bajarê Efrînê de di navbera taxa Zêdiyê û Mehmûdiyê de ye û wek di vîdyoyê de diyar dibe, agir gelekî ji malan ve nêzîk e.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve ji 18ê Adara bûrî ve derbasî Efrînê bûne û dagîr kirine, ta niha jî agir bi dar û daristanên hemû navçeyên Efrînê ên wek Raco, Mabeta, Bilbilê, Şera, Cindirês û Şiyê dikeve.

Berî demekê jî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, piştî derbasbûna artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji Efrînê agir bi qest bi dar û daristanên Efrînê dikeve û şewitandina dar û daristanên Efrînê zêde bûye.

 

 

S. B