HSD amara 3ê rojan a êrîşa li ser Efrînê ragihand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amara topbaran û bombebarankirina artêşa Tirkiyê li ser Efrînê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amara topbaran û bombebarankirina artêşa Tirkiyê li ser Efrînê belav kir.

Peyvdarê Fermî yê HSDê Horo Kîno Gabryil di daxuyaniyekê de aşkere kir, ji topbaran û bombebarankirina artêşa Tirkiyê li ser Efrînê 18 sivîl şehîd bûn û 23 sivîl jî birîndar bûn, ku di nava wan zarok û jin jî hene.

Diyar kir, di encama êrîşê de 40 ji leşkerên Tirkiyê û çekdarên Mertala Ferêt hatin kuştin û nêzîkî 300 leşker û çekdar jî birîndar bûn. Herwiha 2 tang û wesaitên veguhastina leşkeran û zirîpoşek ji cura (BMB) hatin şikandin.

Peyvdarê Fermî yê HSDê amaje bi wê jî kir, di bergîriya di ber xaka Efrînê de jî 3 şervanên HSDê şehîd bûn.

Da zanîn jî, artêşa Tirkiyê gundê Xeraba Reş li Dêrikê û Til Helef û Serê Kaniyê jî topbaran kir.

Artêşa Tirkiyê roja 20ê vê mehê i operasyona li dijî Efrînê ya bi navê Operasyona Şaxa Zeytûnê ragihand û bi firokeyên şer û topxaneyan gundên Efrînê bombebaran û topbaran dike.