Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Flandersê pirsa referandûmê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re gihêştin avahiya Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Flandersê ya Belçîkayê, ku mezintirîn herêmên wî welatî ye û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Flandersê Geert Bourgeois pêşwazî lê hate kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re gihêştin avahiya Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Flandersê ya Belçîkayê, ku mezintirîn herêmên wî welatî ye û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Flandersê Geert Bourgeois pêşwazî lê hate kirin.

Peyamnêrê K24ê li Brûkselê berî gihêştina şandê, pirsek arasteyî Serokwezîrê Flandersê kir û di bersivê de amaje bi tewerê serke yê hevdîtina ligel şanda Herêma Kurdistanê kir û got: “Xweşhal im li ser pirsa referandûm û Mûsilê ligel Serok Barzanî guftûgo bikim û em dixwazin rêz li biryara xelkê Kurdistanê were girtin. Yekem car e jî ligel Serok Barzanî behs dikin.”

Berî bîstekê, şanda Herêma Kurdistanê gihêşt avahiya Serokatiya Flandersê û civîn di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re ligel Serokwezîrê Herêma Flandersê Geert Bourgeois dest pê kir. 

Serokwezîrê Herêma Flandersê ya Belçîkayê berê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û serdana Dezgeha Kurdistan24ê bo Ragihandin û Lêkolînê kiriye û beşdarî bernameyeke nûçeyên Kurdistan24ê bû û nêrîn û hizrên xwe derbarê şerê li dijî DAIŞê û hevkariya bi Herêma Kurdistanê re derbiriye.

Di vê serdanê de şandek ji nûnerên aliyên siyasî û pêkhateyên olî ligel Barzanî ye, biryar e çendîn hevdîtin û civînên din ligel berpirsên herêmên Belçîka û komîtên Parlementoya Ewropayê bikin.

Armanca sereke a serdana wê şandê, guftûgo derbarê pirsa referandûm û serxwebûna Kurdistanê ye, ku biryar e di 25 Îlona îsal bi rê ve biçe.