Şerê PKK û Tirkiyê berfirehtir dibe

Cemîl Bayik: AKP û MHP hem ji bo desthilata xwe û hem ji bo qirkirina Kurdan şer dikin û ji ber wan sedeman, wê PKK di dema pêş de, şerê li dijî Tirkiyê berfirehtir bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik ragihand, ku di demên pêş de, wê şerê di nav PKKê û Tirkiyê de, derbasî qonaxeke berfirehtir bibe.

Cemîl Bayik ji ajanseke nêzîkî PKKê re diyar kir, ji bo ku AKP desthilata xwe firehtir bike û ji bo ku li gel MHP rêjeya dengên xwe, di hilbijartinan de bilind bikin, dest bi êrîşa li ser Efrînê kirine û niha jî gefa destpêkirina operasyonan li Minbic û seranserî Rojavayê Kurdistanê dikin.

Bayik zelal kir, ku AKP û MHP hem ji bo desthilata xwe û hem ji bo qirkirina Kurdan şer dikin û ji ber wan sedeman, wê PKK di dema pêş de, şerê li dijî Tirkiyê berfirehtir bike.

Ev bû 55 roj, artêşa Tirkiyê li Efrînê dest bi operasyona "Şaxê Zeytûnê" kiriye û heya niha bi sedema şer û pevçûnan, nêzîkî 230 welatiyên sivîl şehîd bûne û bêtirî 680ê welatiyên din jî birîndar bûne.

N.O