Li Tirkiyeyê 12 bergûmanên DAÎŞê hatin desteserkirin

Li Tirkiyeyê bajarê Îzmîrê 12 bergûmanên DAÎŞê hatin desteserkirin.

K24- Hewlêr

Li Tirkiyeyê bajarê Îzmîrê 12 bergûmanên DAÎŞê hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dijî DAÎŞê lêpirsîn da destpêkirin û bi tohmeta ko alîkariya aborî û rêxistinî ji bo DAÎŞê dikin fermana girtina 12 bergûmanan da. Li ser vê yekê Asayîşa Tirkiyeyê li 3 bajarên wekî Îzmîr, Bolu û Ispartayê operasyoneke berfireh kir û 12 bergûmanên DAÎŞ desteser kir. Digel bergûmanên DAÎŞê hejmareke belge û alavên dijital jî hatin bidestxistin.