Nedîm Zehawî: Ne ji mafê kesekî ye nehêle Kurd referandomê bikin

Nedîm Zehawî :“grûpek ku grûpa alîkariya gelê Kurd e li nav Perlemana Birîtanya, bi fermî çavdêriya pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetvanê navdar û perlemanterê Birîtanya ji partiya parêzgaran Nedîm Zehawî, ku bi xwe Kurd e, ji Kurdistan24ê re ragihand:“grûpek ku grûpa alîkariya gelê Kurd e li nav Perlemana Birîtanya, bi fermî çavdêriya pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê dike û zanyariyan kom dike û radestî Perlemana Birîtanya û civaka navdewletî dike.”

Zehawî diyar kir, ew grûpa perlemanteran wê roja şemyê serdana Kurdistan bike. Ew grûp ji perlemanterên encûmena lordan û encûmena nûnerên Birîtanya ji tevahiya partiyan pêk tê.

Derbarê mafê serxwebûna gelan Zehawî tekez kir, “serxwebûn mafekî siruştî û bingehîn e ji tevahiya gelan re, û ji mafê her gelekî ye bi dilê xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”

Zehawî got: “Pêwîste civaka navdewletî rêzê li xwesteka gelê Kurd ji bo serxwebûnê bigire.”