Wezîra derve ya Siwêdê ji bo K24: Pêwîst e Hewlêr û Bexda dest bi gotûbêjan bikin

Wezîra derve ya Siwêdê: Pêwîst e Iraq di warê sîstema siyasî de ji nûve bê avakirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, wezîra derve ya Siwêdê Margot Wallstrom daxwaz ji Iraqî û Herêma Kurdistan kir, ku dest bi gotûbêljan bikin û tevahiya kêşeyan bi riya diyalogê çare bikin.

Margot Wallstrom diyar kir, ku pêwîst e Iraq di warê sîstema siyasî de ji nûve bê avakirin.

Daxuyaniyên wezîra derve ya Siwêdê ji Kurdistan24ê re, piştî civîna wê li gel wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropa li gel wezîrê derve yê Amerîka hat, ku di wê civînê de li ser pirsên girêdayî şerê terorê, kirîzên  Iraq û Sûriyê, pirsa Korya Bakur gotûbêj hatin kirin.