Siûdiyê hêzeke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê pêk tîne

Li gorî nûçeyên medya nêzîkî PYDê, wê ew hêz bi hevrêzî li gel ketîbeyên Senadîd yên Erebî, were pêkanîn û bi erkê parastina sînoran rabe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin, ku bi piştevaniya Siûdiyê, hêzeke parastina sînor ji Kurd û Ereban li derdora Hesekê tê avakirin.

Li gorî nûçeyên medya nêzîkî PYDê, wê ew hêz bi hevrêzî li gel ketîbeyên Senadîd yên Erebî, were pêkanîn û bi erkê parastina sînoran rabe.

Ji aliyê xwe ve rojnameya El-Weten ya Sûrî ji ser zimanê rêvebirê Tora Xabûr ya opozisyonê veguhestiye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), deriyê tomarkirina navan vekiriye û di serê her mehê de wê ew çekdar 200 Dolarên Amerîkî werbigin.

Diyar jî kir, ku gellek ciwan hene dixwazin tevlî wê hêza nû bibin, ji ber rewşa xirab ya abûriya navçeyê.

Ketîbeyên Senadîd di sala 2013an de hatin pêkanîn û beşdarî di şerê li dijî DAIŞê de kirin û piraniya wan li derdora Hesekê belav dibin.

N.O