Tirkiye gundê navçeya Sîdekanê topbaran dike

Topxaneya artêşa Tirkiyê sînorê çend gundên navçeya Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve topbaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya artêşa Tirkiyê sînorê çend gundên navçeya Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve topbaran dike.

Rêvebirê Navçeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, topbarana artêşa Tirkiyê îro demjimêr 9:30 li sînorê gundê Lêlikan. Çiyadêl, Xilîfan û Belesnanê dest pê kir û heyama 45 xulekan berdewam kir.

Îhsan Çelebî amaje bi wê jî kir, herçend e niha topbaran rawestiya ye, lê ev cure topbaran her demekê rû dide, ew ji jî ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de.

Li gor zanyariyan, îro sibê demjimêr 8:00 PKKê êrîşî ser binkeya artêşa Tirkiyê yên li ser sînor kir, li hemberê jî Tirkiyê ew navçe da ber topan.

Navçeya Sîdekanê bi 143 K.M dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê û ji 262 gundan pêk hatiye, ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyê de jî 115 gund vala bûne.  

 

S. B