Rêkeftina 11 Adarê.. 48 sal in Bexda mafê Kurd nadaye

Her çend e ew rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehat cibicîkirin, lê wek destkefteke mezin û rojeke dîrokî hat tomarkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bbad4265-dfdf-4e5a-9440-543f03f7e82f/031018GZK.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

48 sal di ser rêkeftina 11 Adarê re derbas dibe, yek ji bûyerên girîng di dîroka sedsala bîsatn bû li Başûrê Kurdistanê, ku ji bo yekem car rêkeftinek di navbera dagîkeran û tevgera azadîxwaza Kurd de li çend mafên girîng, dîrokî û neteweyî mikur hatin. Her çend e ew rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehat cibicîkirin, lê wek destkefteke mezin û rojeke dîrokî hat tomarkirin.

Xebat û berxwedana çendîn salan a Mela Mistefa Barzanî û rêbertîkirina Şoreşa Îlonê, hikûmeta Iraqê ya wê demê neçar kir ku vê rêkeftina dîrokî bi Kurd re îmze bike.

Rêkeftina 11 Adara sala 1970ê yek ji bûyerên girîng di dîroka sedsala bîstan bû li Başûrê Kurdistanê, ku ji bo yekem car rêkeftinek di navbera dagîkeran û tevgera azadîxwaza Kurd de li çend mafên girîng, dîrokî û neteweyî mikur hatin, ku ti rêkeftinekê di dîroka Kurdî de nekarî wiha bi ronî mafê Kurd biçespîne.

Rêkeftinê nêzîkî du salan ji guftûgoyan di navbera serkirdatiya siyasî ya Kurd û hikûmeta Iraqê de berxwe da. Rêkeftin ji 15 xalan pêk hat û li meydaneke bajarê Bexdayê bi amadebûna serokê wê demê yê Iraqê û Serok Barzanî û Îdrîs Barzanî û şanda danûstandkar ya her du aliyan hat aşkerekirin.

Her çend e ew rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehat cibicîkirin, lê wek destkefteke mezin û rojeke dîrokî hat tomarkirin.

Barzanî ti carî amade nebû biçe Bexdayê, belkû berpirsên hikûmeta Beis a Iraqê û dihatin baregeha serkidatiya şoreşê li navçeyên azadkirî.

Karîzmaya Mela Mistefa Barzanî hîşt ku, naveroka wê rêkeftinê ji bilî Serokomarê Iraqê û Serokê Encûmena Serkirdatiya Şoreşê ya Iraqê ku Ehmed Hesen Bekir bû, ji aliyê ti kesekî din ve neye xwendin.

Beşê xelkê Kurdistanê ji Iraqê di her rêkeftinekê û mikurhatina li mafan ji aliyê hikûmetên Bexdayê de tenê di dema hêz û desthilata wan lawaz de dibe. Lê dema hinekî bi ser xwe ve tên û bihêz dibin, li ti soz û peymanan xwedî dernakevin û wan rêkeftinan cibicî nakin. Niha jî careke din heman hizr li cem hikûmeta Iraqê heye, ku piştî 16 Cotmehê û dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî, niha ti asoyek ji bo mikuhatina bi mafê Kurd nîn e.

Ew yek diçespîne ku daxwaza gelê Kurdistanê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de nêzîkî ji sedî 93 ji xelkê Kurdistanê daxwaza birîna ji Iraqê tekez kir.

 

S. B