Îraq McGurk: Serdana Yildirim hewlek bo aramiya navçeyê ye

McGurk: Serdana Yildirim hewlek bo aramiya navçeyê ye
Civîna Binalî Yildirim ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî / Hewlêr 8 Çile 2017

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk pêşwazî li serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji Iraqê re kir.

Brett McGurk li ser rûpela xwe “Twitter” nivîsî: “Serdana Serokwezîrê Tirkiyê ji Iraqê re serdaneke girîng e” û bi “Hewlek bo aramiya navçeyê” binav kir.

Serokwezîrê Tirkiyê duh gihêştibû Bexdayê û ligel berpirsên hikûmeta federal ya Iraqê civiya bû û rêkeftineke hevbeş bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îmze kir û li ser vekişandina hêza Tirkiyê ya li Başîkê lihev kirin.

Herwiha Yildirim, îro danê sibê gihêşte Hewlêrê û li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji wezîran ve hate pêşwazîkirin.

Wezîrê Abûriya Tirkiyê Nîhat Zeybekcî, Wezîrê Anerjî û Çavkaniyên Suriştî Berat Albayrak, Wezîrê Kumrik û Barzirganiyê Bulent Tufenkçî, Wezîrê Perwerde Îsmet Yilmaz, Wezîrê Bergîriyê Fikrî Îşik û Wezîrê Tenduristiyê Recep Agdag di şanda Serokwezîrê Tirkiyê de bo Herêma Kurdistanê de ne.