Opozîsyona Sûriyê bi Lavrov re dicive

Şandeke Opozisyona Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re civiya û dê behsa rewşa dawî ya Sûriye û kongreyên Sochi û Cenêv bên kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Opozisyona Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê re civiya û dê behsa rewşa dawî ya Sûriye û kongreyên Sochi û Cenêv bên kirin.

Peyamnêrê 24 li Mosko ragihand, Îro şandeke Desteya bilind a danûstandinan ya opozisyona Sûriyê seredana Rûsya kir û niha ew şand ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di civînê de ye.

Li gor peyamnêrê K24ê, di civînê de dê behsa rewşa dawî li Suriyê û kongireyên Sochi û Cenêv tên kirin.

Rûsya ragehandibû dê kongreya Diyaloga Niştîmanî a Sûriyê li Sochiyê di 29 û 30 ê vê mehê de bê lidarxistin.

Ev civîn di demekê de ye Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) daxuyaniyek belav kiribû û tê de piştevaniya xwe ji operasyona artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ya li dijî Efrînê re nîşan dabû.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd jî îro got, Rûsya qadên esmanî yên Efrînê ji Tikriyeyê re vekir û firokeyên Tirkiyeyê jî sivîlan bomberan kirin.