Erdogan: 30 leşkerên me li Efrînê hatine kuştin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan aşkere kir, di operasyona li dijî Efrînê de, 30 leşkerên wan hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan aşkere kir, di operasyona li dijî Efrînê de, 30 leşkerên wan hatine kuştin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro di çarçoveya kongireya partiya xwe ya şaxa Afyonê de axivî û bal kişand li ser operasyona Efrînê û got: Ji destpêka operasyona Efrînê û heta niha 30 leşker û 60 çekdarên Arteşa Azad hatine kuştin.

Erdogan amaje bi wê jî kir, her çend e leşkerên wan di operasyona Efrînê canê xwe ji dest bidin jî, ew nêzikî serkeftinê dibin.

Erdogan di derbarê dema bidawîbûna operasyonê de jî got ew niha nikare ji bo dawîbûna operasyonê demekê diyar bike.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ji 20ê meha bûrî ve bi fermî dest bi êrîşa li ser herêma Efrînê kirine, fermandarên YPGê jî didin zanîn ku ta niha artêşa Tirkiyê ti pêşketineke berçav li Efrînê nekirine.