Biryara girtina 43 sendîke û rêxistinên Kerkûkê hat dayîn

Bi sedema bibîranîna bûyerên 16ê Cotmehê, parêzgarê bo Kerkûkê hatiye sepandin, biryara girtina 43 sendîke û rêxistinan li Kerkûkê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedema bibîranîna bûyerên 16ê Cotmehê, parêzgarê bo Kerkûkê hatiye sepandin, biryara girtina 43 sendîke û rêxistinan li Kerkûkê dide.

Peymanêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, bi sedema ku çalakvanên Kerkûkê bi niyar bûn îro bi salvegera bûyerên 16ê Cotmehê man bigirin, parêzgarê bo Kerkûkê hatiye sepandin Rakan Seîd ji bilî rêgirtin li çalakiyan, biryar da hemû ew sendîke û rêxistinên Kurdî ku hejmara wan 43 sendîka û rêxistin in bigire û dest jî dane ser baregehên wan û wan bike baregehên leşkerî.

Ji aliyekî din ve, malpera fermî ya PDKê li ser zarê Peyvdarê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk – Germiyan Ednan Kerkûkî nivîsî: “Ji bilî baregehên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) baregeha tevahiya rêxistin û sendîkeyên aliyê din hatine girtin.”

Ednan Kerkûkî amaje bi wê jî da, hêzên Iraqî çûne baregeha Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê û daxwaz ji wan kirine ji sendîkeyê derkevin û radestî Yekîtiya Mamosteyên Iraqê bikin.

 

S. B