Phillips: Divê Tirkiye ji NATO bê dûrxistin

Phillips: NATO bawer nekiriye, endamek wê bikeve rewşek wekî ya Tirkiye û bi dijminên NATO re bibe hevpeyman...

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêvebirê Bernameya Mafê Mirovî yê Enstituya Xebatên Mafên Mirovî ya Zankoya Columbia ya Amerikayê David L. Phillips di gotara xwe di AhvalNews de diyarkir, ku dema dûrxistina Tirkiye ji hevpeymaniya NATO hatiye.

Ligor Phillips: “Hevpeymaniya NATO ji hevpeymaniyek ewleyî gelek zêdetir e. Nirxên hevbeş ên vê hevpeymaniyê hene û Tirkiye ne nêzîkî van nirxan e û her ji wan dûr dikeve. Ger Tirkiye îro serî li endametiya NATO xistiba serîlêdana wê her nedihat nirxandin jî”.

Phillips diyar dike: “Rexneyên endamên NATO û bi taybetî yên Amerika rast in. Tirkiye xwe her nêzîkî Rûsya dike û ji nirxên NATO dûr dikeve. Tenê proseya kirîna mûşekên S400an nimûneyek berçav e. baweriya bi Tirkiye lawaz dike û bingeha erkên hevpeymaniyetê dikole. Sekna Tirkiye beramberî Amerika siyasî ye. Tirkiye xwe ji welatên Rojava serbixwe dixwaze diyar bike.

Ji aliyek din ve Tirkiye ji rexneyên Amerika girêdayî mafên mirovan piştgiriya hêzên tundrew li Sûriye gelek dilgiran e û ji hevpeymaniya Amerika ligel Kurdan jî aciz e.

Piştî hewla kûdeta ya 15ê Tîrmehê bi dehhezaran kes bi gûmanên bêbîngeh hatine girtin, ji 100 hezar zêdetir karmend ji kar hatine dûrxistin. Tirkiye ji hemû welatên din zêdetir rojnamevan avêtiya zindanan.

Ji bo endametiya NATO gelek xalên pêdawistî/kriter hene, lê ji bo derxistina endamek NATO tiştek nehatiye nivîsandin. NATO bawer nekiriye, endamek wê bikeve rewşek wekî ya Tirkiye û bi dijminên NATO re bibe hevpeyman”.

 

 

C.B