Ciwanê Efrînî Pêşmerge Murad li Hollandayê hat xelatkirin

Ciwanê Kurd ê ji Efrînê Pêşmerge Murad li ser asta Hollandayê wek xwendekarê di zanîngehê de serkeftî, hat xelatkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwanê Kurd ê ji Efrînê Pêşmerge Murad li ser asta Hollandayê wek xwendekarê di zanîngehê de serkeftî, hat xelatkirin.

Ciwanê ji Efrînê Pêşmerge Murad di sala 2012an de û dema ku sala 3em kolîja Endezyariya zanyarî “Information Engineering” li Helebê dixwend, ji ber rewşa şer bi neçarî koçberî Ewropa bû û li Hollandayê wek penaberekî bicih bû.

Pêşmerge Murad ji K24ê re got, li Hollandayê dîsa ew vegeriya xwendina xwe ya kombiyoterê û di meha Hezîrana 2018an bi pileya cudewaz ji kolîja xwe derçû.

Pêşmerge Murad ji ber serkeftina di xwendina xwe de, di 6ê vê mehê de di rêwresmekê de ji aliyê rêxistina UAF ya ku piştgîriyê dide penaberan ve hat xelatkirin.

UAF vê xelatê pêşkêşî xwendekarên ku van du mercan pêk bîne dike:

  • Xwendekarê xwendina zanîngehê di dema xwe ya diyarkirî de û bi pileyên cudewaz derdiçe.
  • Xwendekarên ku di ber xwendina xwe re kar ji bo beşdarî di civaka Hollandî de, aktîvkirina rola rêxistinên civaka sivîl derbarê pirsa penaberan de û belavkirina asta hişyariyê di nava penaberan de.

Pêşmerge Murad ji gundê Kanî Gewrikê yê Efrînê ye, niha temenê wî 28 salî ye. Li gor UAF jî, Pêşmerge Murad jî yek ji wan kesan e ku li ser asta Hollandayê hêjayî vê xelatê ye.

 

 

S. B