Herêma Flandersê nerazîbûna xwe li dijî rêkarên Iraqê yên li hember Kurdistanê derbirî

Serokê Herêma Flanders a Belçîkayê nameyek nerazayîyê arasteyî hikûmeta Iraqê dike, li dijî wan rêkarên ku li hember Herêma Kurdistanê girtine ber.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Flanders a Belçîkayê nameyek nerazayîyê arasteyî hikûmeta Iraqê dike, li dijî wan rêkarên ku li hember Herêma Kurdistanê girtine ber.

Îro, wêneyek ji nameya Serokwezîrê Herêma Flandersê Geert Bourgeois ku arasteyî Balyozê Iraqê li Belçîka Cewad El-Hindawî kiribû, di riya Fermangeha Karûbarên Derve ya Herêma Flandersê re gihêşt Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Name bi armanca derbirîna nerazîbûna hikûmeta Herêma Flandersê derbarê wan rêkarên hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê ye, ku wêneyek ji wê nameyê jî ji bo Berpirsa Siyaseta Asayişê û Derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini hatibû şandin.

Di nameyê de Serokwezîrê Flandersê dilgiraniya xwe li hember kêmkirina budceya Herêma Kurdistanê ya sala 2018an û daxistina esmanê Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Ebadî ve derbirî û got: “Ev gav bandoreke mezin li ser xaka Herêma Kurdistanê û şandina hevkariyên mirovî ji yek milyon koçberên navxweyî ku li Herêma Kurdistanê dimînin, dike.”

Di dawiya nameya nerazîbûnê de, Serokwezîrê Herêma Flandersê Geert Bourgeois daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike, pêdaçûnê di wan rêkaran de bike.

Di wê derbarê de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê de Dîlawer Ajgeyî spasî û pêzanîna xwe li hember helwesta hikûmeta Herêma Flandersê derbirî, ku bi berdewamî piştgîriyê di warê siyasî û mirovî de li Herêma Kurdistanê kiriye û hejmarek ji Pêşmergeyên birîndar li nexweşxaneyên Flandersê derman kirine.