Gorek bi kom bi qurbaniyên Kurd li Semawe hate dîtin

Gorek bi kom li byabanên Semawe hatiye dîtin, ku rufatên wê qurbaniyên Kurd ên destê rejîma BAAS a jinav çûyê ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Gorek bi kom li byabanên Semawe hatiye dîtin, ku rufatên wê qurbaniyên Kurd ên destê rejîma BAAS a jinav çûyê ne.

Parêzgarê Musena Ehmed Menfî  ji Kurdistan 24 re ragihand, ku îro li byabanên Semawe li başûrê Iraqê gorek bi kom hatiye dîtin, ku rufatên qurbaniyên Kurd in. Got jî, ku zêdetirî 300 term di nav wê gorê de ne, ku piraniya wan jin û zarok in. Herweha Parêzgarê Musena ragihand jî, ku wî soz da ye Serok Barzanî  kar bikin ji bo dîtina tevayiya gorên bi kom li sînorê parêzgeha wan.

Parêzgarê Musena amaje bi wê yekê kir, ku ew ji bo vê mijarê digel Hikûmeta herêma Kurdistanê di hemahengiyê de ye û daxwaz kir, ku Hikûmeta herêma Kurdistanê tîmek taybet ji bo vekirina vê gorê bişîn e.

 

 

C.B