Kurdistan Li Efrînê amadekariyên Newrozê tên kirin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Newroz li Rojavayê Kurdistanê ne tenê seyran e, lê belê ev beşê Kurdistanê ku wek birayê piçûk tê binav kirin, bi komên xwe yên Newrozê tê naskirin.

Di serdema rêjîma Beis a Sûrî de, Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi veşartî amadekariyên xwe yên Newrozê dikirin. Komên  dîlanê di jêrzemînan de dihatin perwrdekirin. Lê niha bi aşkere  û di bin ala Kurdistanê de amadekariyên Newrozê dikin.

Bajarê Efrînê ku niha dorpêçkirî ye û di rewşeke  gelek zehmet de derbas dibe, lê bandora wê yekê li ser nebûye.

Li Rojavayê Kurdistanê tevî zordariya hikmê Beis, lê Kurd agirên Newrozê dikirin û bi taybet êvara Newrozê ku xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Dema ku agir tê vêxstin û tevahiya xelkê li dora wê kom dibin û dest bi dîlanan dikin.

Lê tevî nebûna rêjîma Beis li deverên Kurdî di dema niha de, dîsan Kurd wê nekarbin êvara Newrozê agirê xwe vêxin, ew jî ji ber biryara desthilata niha ya li Rojavayê Kurdistanê , ku biryara qedexekirina ahingên êvara Newrozê daye.