Ebdulwehîd Guwanî koça dawî kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Ebdulwehîd Guwanî Serokê Borda Nacional Park a Helgur Sekran û Qeymaqamê berê yê Qezaya Çomanê koça dawiyê kir.
Dr. Bêkes Derwêş hevalê wî li Viyênayê ji K24 re got, piştî çend mehan ji nexweşiyê, şeva borî li yek ji nexweşxaneyên Nemsayê Ebdulwehîd Guwanî koça dawiyê kir.
Biryar e jî sibe termê wî di riya firokxabeya Navdewletî a Hewlêrê re bigihe Herêma Kurdistanê.
Ebdulwehîd Hisên Guwanî jidayikbûne sala 1967an li gundê Guwan ê ser bi bajarokê Diyana ya devera Soran e û derçûyê kolîja Yasa ji Zanîngeha Dîcleyê ye.
Ji salên heştê ji sedsala borî yek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê bû û berpirsê rêxistina “Pêşveçûna Gel” yaw ê partiyê bû. Ji ber çalakiyên siyasî, ji aliyê Partiya Beis ve hate zîndankirin û di zîndanê gelek hat azar û eşkencekirin.
Di raperîna Adara 1991an de roleke wî ya diyar di azadkirina navçeya Soran de hebû û yekemîn Birêveberê Asayişa Hikûmeta Herêma Kurdistanê li devera Soran bû demekê jî Qeymaqamê Soran jî bû.
Di sala 1998an de endamê Desteya Karîger a Navenda Rewşenbîrên Soranê bû, heman sale jî Komela Soran bo Çavdêriya Kêmendaman damezrand.
Di çand salên borî de û bi hevkariya çend jîngehparêzan, projeya Nacional Park a Helgur Sekran ragihand, ku karê mezin li ser kiriye û ketiye ser nexşeya cîhana Nacional a Parkan.
Ebdulwehîd Guwanî ji sala 2004an û heta 2016an Qeymaqamê qezaya Çomanê bû.