Mela Bextyar ji civîna serkirdatiya YNK derket

Di civîna îro ya serkirdatiya YNKê de, nakokî çêbûn û berpirsê Polîtbîroya wê partiyê Mela Bextyar û endama serkirdatiyê Bilêse Cebar Ferman civîn berdewam nekirin û derketin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmanî ragihand, ku di kombûna serkirdatiya YNKê de, ji bo diyarkirina berbijarekî ji postê Serokatiya Iraqê re, nakokî çêbûn û berpirsê Polîtbîroya wê partiyê Mela Bextyar û endama serkirdatiyê Bilêse Cebar Ferman civîn berdewam nekirin û derketin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê me: Şansê Berhem Salih bêtir bûye ku bibe berbijarê YNKê ji bo Serokatiya Iraqê, vê yekê jî Mela Bextyar û hejmarek ji serkirdeyên YNK dilgiran kiriye.

Zanyarî bidest Kurdistan24ê ketine, ku amadebûyên civînê bûne du beş, aliyek piştevaniya Berhem Salih ji bo Serokatiya Iraqê dike û aliyê din piştevaniya Mela Bextyar ji bo wî postî dike.

Peyamnêrê me zelal kir, ku piraniya endamên serkirdatiya YNK li gel wê yekê ne ku Berhem Salih bibe berbijrê wan ji Serokatiya Iraqê, lê bi mercê ku Berhem Salih li YNKê vegere.

N.O