Li Îranê di nava hefteyekê de 70 xwepêşandan li dijî Hikûmetê derketin

Xwepêşandanên nerazîbûnê li Îranê berdewam in û bi dirêjiya heftiya derbasbûyî, nêzîkî 71 xwepêşandan li bajar û bajarokên cuda yên Îranê derketin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên nerazîbûnê li Îranê berdewam in û bi dirêjiya heftiya derbasbûyî, nêzîkî 71 xwepêşandan li bajar û bajarokên cuda yên Îranê derketin.

Li gorî raporên nûçeyan, piraniya xwepêşandanan bi sedema bêkariyê, hejariyê û binpêkirinên mafên mirovan û gendeliyê bûne.

Malpera "Rêxistina Mucahîdîn Xelq" ku opozisyona Îranê ye, belav kiriye ku welatiyên Îranê di rewşeke mirovî dijwar de dijîn û di hefteya derbasbûyî de, rojane 10 xwepêşandan li bajar û bajarokên cuda yên Îranê derketin.

Ji bilî têkçûna rewşê, cudahî di nav pêkhateyan de tê kirin û ji bilî Farisan, gelên din tên çewisandin.

Li gorî heman jêderî, xwepêşandanan hemû tex û çînên Îranê ji, karkir, kesên malnişîn, xwendevan, mamoste û cotkar lixwe girtin û li Taranê û Kerec û derdora wan xwepêşandan û nerazîbûn derketin.

Li bajarên Azerbaycan, Mazinderan, Damxan, Bender Ebas, Meşhed, Reşt, Kirman û Paris Abad, karkiran xwepêşandan kirin û hêzên emnî bi darê zorê ew jihev belav kirin.

Li parêzgeha Xuzistanê (Ehwaz)ê jî li başûrê Îranê, ku piraniya xelkê wê deverê Ereb in, xwepêşandan derketin.

Li gorî wê vîdyoya ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, xwepêşanderan diruşim li dijî rêjîma Îranê avêtin û gotin: "Dijminê me li ver e, derew e ku dibêjin li Amerîka ye".

N.O