Zêbarî: Şîe di bin fişara Îranê de kar bo derkirina hêzên Amerîkî dikin

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Iraqê yê berê Hoşyar Zêbarî derbarê daxwaza Şîeyên Iraqê bo derkirina hêzên Amerîkî welatê xwe ragihand, “Daxwaza serkirdeyên Şîe ya derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê li ser guvaşa Îranê ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hoşyar Zêbarî li Twitta xwe nivîsî: “Serkirdeyên Iraqê bi cidî û di bin fişara Îranê de kar dikin ku li Parlemantoya Iraqê deng li ser derkirina hêzên Amerîkî ji Iraqê bidin.”

Ev daxuyaniya Zêbarî di demekê de ye, Parlemanterê Hevpeymaniya Bîna Mensûr Biêcî duhî gotibû, proseyasaya derkirina hêzên biyanî ji nava xaka Iraqê tê amadekirin û ji bo Serokatiya Parlemantoyê tê pêşkêşkirin, ji bo di zûtirîn dem de dikeve karnameya Parlemantoyê û deng li ser were dayîn.

Mensûr Biêcî got jî, piraniya hêzên siyasî dê deng bidin vê proseyasayê, ji ber ku ew nîşana serweriya Iraqê dide.

S. B