Kar li firîngeha Ataturk li Stenbolê ji bo demekê hat rawestandin

Li firîngeha navdewletî ya Ataturk li Stenbolê, firokeyeke taybet dema ku dadiket qada firîngehê, kete xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li firîngeha navdewletî ya Ataturk li Stenbolê, firokeyeke taybet dema ku dadiket qada firîngehê, kete xwarê.

Hat ragihandin, ku ew firoke ji ber rewşeke awarte dadiket, lê nikarîbû bi başî dakeve û di encamê de ket xwarê û agir bi firokeyê ket.

Herweha hat zanîn ku di encama wê bûyerê de, hejmarek kes birîndar bûn û riya firîngehê jî hat girtin.