Amerika dest bi vekşandina hêzên xwe ji Sûriye kir

Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand, wan dest bi vekşandina hêzên xwe ji bakûrê rojhilatê Sûriyê kiriye, ew jî wek bicîkirina biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka dest bi vekşandina hêzên xwe ji Sûriyê dike.

Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand, wan dest bi vekşandina hêzên xwe ji bakûrê rojhilatê Sûriyê kiriye, ew jî wek bicîkirina biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Peyvdarê pentagonê Sean Robertson diyarkir, ew dê 400 leşkerên xwe li Sûriyê bihêlin, ku dê li ser bakûrê rojhilatê Sûriyê û navenda Tenef werin dabeşkirin.

Nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîka li rojhilatê Sûriyê û navenda Tenef dimîn in. Roja 19ê Berçileya sala borî Serokê Amerîkayê biryara vekşandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê da bû.

 

 

C.B