Xelkê Xaneqînê daxwaza vegera Pêşmerge û rizgarkirina xwe dikin

Xelkê Xaneqînê îro di yadeştnameyekê de bo Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza vegera Pêşmerge ji navçeyên xwe re dikin, ta ligel hêzên ewlehiyê yên Iraqê ewlehî û aramiyê navçê biparêzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xelkê Xaneqînê îro di yadeştnameyekê de bo Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza vegera Pêşmerge ji navçeyên xwe re dikin, ta hevşanê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ewlehî û aramiyê navçê biparêzin.

Di yadeştnameyê de hatiye: “Bi navê xelkê Xaneqînê, gund û navçeyên ser bi wê, daxwaza rizgarkirina rewşa navxweyî ya têkçûyî ya bajarê xwe dikin.”

Herwiha tê de hatiye: “Em wek xelkê Xaneqînê bi hemû pêkhate û netewan ji sala 2003an û 16ê Cotmeha 2017an rewşa me baş bû, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve me aramiya xwe jidest da. Her çend e naxwazin ti aliyekî li ser valahiya ewlehiyê çê bûye û rewşa têkçûyî tometbar bikin, lê we agahdar dikin ku rewşa ewlehiya bajêr xirap û piştguhkirî ye.”

Herwiha xelkê Xaneqînê dibêje: “Her sibehê bi teqîn û kuştina mirovên bêtawan şiyar dibin, ku hejmara şehîd û birîndarên me gihîştiye 76 kesan. Xelkê gundan jî piştî ku DAIŞê gefa kuştin û şewitandina dexl û daneyên wan li wan dixwe, ji navçê derdikevin û vala dikin.”

Xelkê Xaneqînê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve daxwaz dikin, ewlehî û aramî vegere bajêr û hêzên Pêşmerge û Asayiş wek hêzên Iraqî vegerin navçê û kar ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkên mayî bikin û peyama ewlehî û aramiyê bidin xelkê Xaneqînê.

Di dawiya yadaştnameyê de xelkê Xaneqînê dibêje: “Berî ku rewşa xiraptir bibe, Xanqînê rizgar bikin û rê nedin bibe pariyeke asan ji teroristên DAIŞê re.”

 

S. B