Serok Barzanî û şandeke Fetih qunaxa nû ya pêwendiyan gotûbêj kirin

Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye û ragihand ku vekirina rûpeleke nû û çarekirina kêşeyan divê li ser bingeha lihevkirin û berçavgirtina hevperiyê be.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, ku îro li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Fetih bi Serokayetiya Ebû Cîhad kir.

Di hevdîtinê de, şanda Hevpeymaniya Fetih balkişand ser rol û pêgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê û behsa pêşeroja Kurdistan û Iraqê hat kirin û tekezî li ser çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Herwiha diyar kirin, ku vekirina rûpeleke nû ji pêwendiyên re di navbera herdu aliyan de û çarekirina kêşe û giriftan, di berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê de ye.

Di beşekî din ê civînê de, Serok Barzanî got: Gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye û ragihand ku vekirina rûpeleke nû û çarekirina kêşeyan divê li ser bingeha lihevkirin û berçavgirtina hevperiyê be.

N.O