DAIŞên Iraq û Sûriyê diçin welatekî din

Peyvdarê fermî yê artêşa Lîbyayê derbarê hatina endamên DAIŞê û Qaidê bo wî welatî hişyariyê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê fermî yê artêşa Lîbyayê derbarê hatina endamên DAIŞê û Qaidê bo wî welatî hişyariyê dide û dibêje, raportên hewlgîriyê tekez dikin, ku endamên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê bi hevkariya welatên biyanî ji bo Lîbyayê tên şandin.

Malpera “Bewabet El-Weset” a Lîbî li ser zarê peyvdarê fermî yê artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî belav kir, raportên hewlgîriyê tekez dikin, endamên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê bi hevkariya welatên biyanî biyanî ji bo Lîbyayê tên veguhastin.

Daxuyaniya peyvdarê fermî yê artêşa Lîbyayê piştî wê yekê tên, ku hejmarek belge û nameyên rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî hatin aşkerekirin, ku tê de daxwaz ji serkirdeyên DAIŞê yên li Lîbyayê dike, başûrê Lîbyayê bikin navçeyek ji bo komkirina çekdarên wê rêxistinê yên ji Sûriye, Iraq û welatên din direvin û ji wir ve dest bi êrîşa li ser Lîbya, Mîsr û Tunisê bikin.