Amerîka: Serdema siyaseta nerm bi Rûsyayê re bidawî bû

Pêvebirê CIA û berbijrê bo posta Wezîrê Derve yê Amerîka yê pêşniyarkirî Mike Pompeo ragihand, serdema siyaseta Amerîka ya nerm li hember Rûsyayê bidawî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêvebirê CIA û berbijrê bo posta Wezîrê Derve yê Amerîka yê pêşniyarkirî Mike Pompeo ragihand, serdema siyaseta Amerîka ya nerm li hember Rûsyayê bidawî bû.

Pompeo li Kongressa Amerîka di gotarekê de got: “Serdema siyaseta nerm ya li hember Rûsyayê bidawî. Rûsya bi dijminahî riftarê dike. Me bi salên dirêj bi siyaseteke nerm danûstandin pê re kir, lê ev yek niha bidawî bû.”

Pompeo amaje bi wê kir, li gor stratejiya asayişa netewî ya Amerîkayê, niha Rûsya li ser Amerîka bûye gefek, lê Washington dê di kedên dîplomasî yên aloz de berdewam be, wek çawa berê di rewşên rûbirûbûna Rûsyayê de dikir.

Pêvebirê CIA aşkere kir, Amerîka “lîsteyek dirêj” a rênimayên ji bo rûbirûbûna Moskoyê amade kiriye.

Li ser Îranê jî Mike Pompeo got: “Rêveberiya Serok Trump dixwaze şaşîtiyên rêkeftina atomî ya bi Îranê re serast bike. Trump bi hevparên me re planeke kar ji bo serastkirina wan şaşîtiyan dike.”

 

S. B