HDP daxwaza destpêkirina pêvajoya aştiyê dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDP Perwîn Buldan, banga destpêkirina pêvajoya aştiyê li Hikûmeta Tirkiyê dike.
Perwîn Buldan îro li bajarê Stenbolê di kongirekî rojnamevanî de, rexne li astengkirina hevdîtinên Ebdella Ocelan û parêzerên wî kir û got: Ocelan di nav tenêhiştineke dijwar de ye û cezaya tenêhiştinê tawaneke mirovî ye û nabe Ocelan bê cezakirin.
Buldan bang li Hikûmeta Tirkiyê kir, ku divê caraeke din danûstendin li gel Ocelan bên kirin û got: Kirîz û aloziyên Tirkiyê, bi riya danûstendinan li gel Ocelan, tên çarekirin.
Duh dadgeha Bursayê, heya 6 mehan hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî qedexe kir.
N.O