Wêneyeke nû yê Kusret Resûl belav dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro, Mesûd Mela Hemze sekreterê rojnamevanî yê Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê wêneyeke xwe ya nû ligel Kusret Resûl li tûra civakî “Facebook” belav kir û li ser nivîsiye “Her niha 17.10.2017 ligel peyayê rojên dijwar kak Kusret”
Belavkirina vê wêneyê di demekê de ye, Kusret Resûl ligel hêza xwe ya taybet beşdarî şerê rêgirtina dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Pasdaran kir, lê ji ber rêkeftina baskê piraniya YNKê û radestkirina Kerkûkê, ji bo demekê di tûra civakî de dengoyên cuda li ser çarenivîsa wî hatin belavkirin û behsa birîndarbûna wî jî dihate kirin.