Kerkûkî: Jiyana xelkê Kerkûkê di metirsiyê de ye

Fermandarê Mihwerê Pirdê yê Hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî ragihand, Kerkûk bûye navendeke leşkerî û rewşa ewlehiyê li bajêr ne aram e û piştî vekişîna Pêşmerge ji bajêr, Kerkûk bûye wek leşkergehekê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Mihwerê Pirdê yê Hêzên Pêşmerge Kemal Kerkûkî ragihand, Kerkûk bûye navendeke leşkerî û rewşa ewlehiyê li bajêr ne aram e û piştî vekişîna Pêşmerge ji bajêr, Kerkûk bûye wek leşkergehekê.

Kemal Kerkûk di daxuyaniyekê de ji K24ê re tekez kir, piştî nemana hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Kerkûkê, teqîn û kiryarên terorî lê zêde bûne û jiyana xelkê ketiye metirsiyê.

Ji aliyekî din ve û li ser pêkanîna kabîneya hikûmeta nû ya Iraq, Kemal Kerkûkî aşkere kir, bi armanca pêkanîna hikûmetê û pêkanîna hevpeymaniyê di navber aliyan de, rastrast ji piştî cejna Remezanê şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Bexdayê dike.

Herwiha got, PDK ligel pêkanîna hikûmetê de ye, ku hevbeşiya rateqîne tê de berceste bibe û mafên gelê Kurd tê de bê gerentîkirin.

Tekez kir jî, ti hikûmeteke Bexdayê bê beşdarîkirina Kurd serkeftî nabe.

 

S. B