Rûhanî: Amerika dixwaze rejîma Îranê biguherîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftina xwe ya di vekirina sala xwendinê ya nû ya Zanîngeha Tehranê de diyarkir ku, Amerika şerek psikolojî û aborî lidij Îranê birêve dibe.
Herweha Rûhanî anî ziman: “Armanca sereke ya Amerika guherîna rejîna Îranê ye. Jib o di vê armanca xwe de serbikeve, şerê psikolojî û aborî da destpêkirin. Pêngava wê ya duyem dibe – gengeşeya meşrûbûna rejîmê û bi vî awayî rejîmê bêdesthilat bike”.
Serokomarê Îranê ragihand ku, “dive xelkê Îranê hemberî dorpêçên nû yên ku di meha Mijdarê de, dê pêk bên bêhêvî nebin û liber xwe bidin. Di dema nêzîk de rewş dikare xerabtir bibe, lê di dema dirêj de, dê her tişt baş bibe”.
C.B