Yildirim li Diyarbekrê behsa Orşelimê kir

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, li Diyarbekrê beşdarî “Xwepêşandana Mezin a ji bo Orşelimê” bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, li Diyarbekrê beşdarî “Xwepêşandana Mezin a ji bo Orşelimê” bû.

Di destpêkê axaftina xwe de Yildirim destnîşankir ku, “Ew dê rê nedin tu rêxistinek şeytanî li vî welatî bibe egera rûndikên dayikan. Dê nikaribin zarokên vî welatî derbixin çiya. Em dê li mafê her hevwelatî xwedî derkevin”.

Yildirim di berdewamiya axaftina xwe di anî ziman ku, Israil Filistiniyan dikuje û bi tade û êrîşbariyê tu kes nagihe armanca xwe.

Di çarçoveya hilbijartinên pêşwext de, desthilat û opozisyona Tirkiyeê dest bi xwepêşandan û xebatên xwe kirin e û tê çaverêkirin di demek nêzîk de Serokomariyê Tirkiyê Erdogan jî were Diyarbekrê.

Li Tirkiyê giringiya helwêsta dengderên Kurd, wekî dengê ku dê balansê diyar bike tê dîtin û her alî dixwaze bi şêweyek cuda bandore li dengên Kurdan bike.

 

C.B