Li Herêma Kurdistanê erd hejiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor zanyariyên K24ê, demjimêr 19:35 erdhejek bi tundiya 6.3 pile Richter li gelek navçeyên Herêma Kurdistanê rû da.
Medya Iraqê belav kir, erdhej li Kerkûk û bajarên navarasta Iraqê rû daye.
Jêder amaje bi wê dikin, erdhej li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bûye û navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Îranê jî girtiye.
Li gor zanyariyan, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ziyan gihîştine hin avahiyan.
Hat zanîn, tûra intirnetê li Serpîlê Zehaw û Selasê Bawcan yên Rojhilatê Kurdistanê qut bûye û girift jî ketiye pêwendiyên telefonî û xelk ji tirsa re daketin kolanan.
Peyamnêrê K24ê li Ranya da zanîn, demjimêr 20:13 careke din welatî bi erdhejê hesiyan.