Xelo: Artêşa Bakurê Sûriyê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî tê damezrandin

Hevserokê Desteya Zagonsaz li Cizîra Rojavayê Kurdistanê Hekem Xelo derbarê avakirina artêşa Bakurê Sûriyê de ragihand, artêşa Sûriyê dê bibe bingeha artêşa Sûriyeya pêşerojê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Zagonsaz li Cizîra Rojavayê Kurdistanê Hekem Xelo derbarê avakirina artêşa Bakurê Sûriyê de ragihand, artêşa Sûriyê dê bibe bingeha artêşa Sûriyeya pêşerojê.

Hekem Xelo ji K24ê re ragihand, piştî 4 salan ji ragihandina Rêveberiya Xweser, ew niha ber bi sîstema federalîza Bakurê Sûriyê ve diçin, hêzên wan karîbûn herêmên bakurê Sûriyê ji terorê biparêzin.

Xelo got jî: li gor her demekê, hêzek bi erkên cuda dihatin damezrandin. Îro herêma fereh bûye, ku hêzên gihêştine parêzgeha Reqayê, li sînorê çemê Ferêt û Minbicê û ta Efrînê ne, ku ji sedî 30 ji xaka Sûriyê di destê HSDê de ye.

Herwiha got, HSDê ku ji YPG, YPJ û hemû yekîneyên din ku ji hemû pêkhateyan têk tê, baweriya wan ew e, ew ji bo tevahiya Sûriyê ne, di demekê de ku artêşa Sûriyê artêşeke beisî û yek alî û yek mezhebî bû.”

Xelo derbarê Pêşmergeyên Roj de got: “Heger Pêşmergeyên Roj ên aliyekî siyasî bin nayin qebûlkirin, lê heger wek kes bên, dikarin tevlî artêşa Bakurê Sûriyê bibin, ji ber ku divê artêş dê dûrî siyasetê be.

li ser helwesta rêjîma Sûriyê ku ew di çarçova sînorê Sûriyê ti artêşeke din ji bilî artêşa Sûriya ya heyî qebûl nake. Xelo got: “Jixwe rêjîma Sûriyê ji bilî xwe, ti kesî qebûl nake, ew ji di daxuyaniyê vê dawiyê de diyar bûn. Çareserkirina pirsgirêka Sûriyê jî bi bijardeya leşkerî nabe, pêwîst e hemû alî bi tewafiqê lihev bikin.”

Derbarê piştevanîkirina artêşa Bakurê Sûriyê de, Xelo aşkere kir, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê erkê rahênankirin hildaye ser xwe û bucdeyek jê re terxan kiriye, ji bo artêşeke pispor ku karibe berevaniyê li herêmên xwe bike ava bike, herwiha ew artêş jî dê bibe bingeha artêşa Sûriyeya pêşerojê.