Li Pasûrê çûnehata 3 mezrikan hat qedexekirin

Armanca qedexeyê wekî operasyonên li hember endamên PKK’ê hat ragihandin. Qedexeya li ser van mezrikan, dê heta bangewaziyeke duyemîn dewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Pasûrê ya Diyarbekirê, çûnehata 3 mezrikan hat qedexekirin. Qedexe vê sibehê ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat ragihandin. Armanca qedexeyê wekî operasyonên li hember endamên PKK’ê hat ragihandin. Qedexeya li ser van mezrikan, dê heta bangewaziyeke duyemîn dewam bike. Li aliyê din qedexeya ku duh (16.11.2017) li 12 gundewarên navçeya Farqînê jî hatibû ragihandin, digel operasyonan berdewam e.

Parêzgeriya Diyarbekirê, vê sibehê (17.11.2017) saet di 05:00’an de ji bo mezrikên Meyad, Bîllûrdere û Şenyaylayê yên bi ser navçeya Pasûrê ve banga qedexeya çûnehatê ragihand. Qedexe ji ber rêvebirina operasyonan hat ragihandin û dê heta bangeke duyemîn dewam bike. Qedeya ku ji bo 12 gundewarên navçeya Farqînê ya Diyarbekirê jî hatibûn ragihandin, dewam dike.

Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê; ji bo li hember endamên PKK’ê operasyon werin rêvebirin û şikeftên ku tê payîn şûnwarên endamên rêxistinê ne werin rûxandin û çek û cebilxaneyên wan werin desteserkirin; ev qedexe hatine rahinadin.