Yildirim: "Em nifirê li Israîl tînin û îdara Amrîka şermezar dikin"
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku ew bi tundî û bi nifirîn Israîl şermezar dikin ku xelkên setemlêkirî û bêtawan gulebaran dike, di demekê de ku ew xelkana xwepêşandanên aştiyane encam didin.
Serokwezîrê Tirkiyê, di civîneke firakisyona partiya xwe de li nav Perlemana Tirkiyê, gotarek pêşkêş kir û got: "Em biheman awayî Hikûmeta Amerîka jî şermezar dikin, ku Benzînê li agirê aştiya navçeyê dike".
Herwiha got: "Bi tekezî divê welatên Islamî pêdeçûnê ji pêwendiyên xwe yên li gel Israîlê re bikin. Cîhana Islamî neçar e li dijî wê setemkariyê hev bigire û nabe beramberî wê setemkariyê bêdeng bimîne. TIrkiye bêdeng nebûye û bêdeng namîne".
N.O