TEV-DEM: Êrîşa li dijî Efrînê, dê rola Tirkiyê li Sûriyê bi dawî bike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tekez dike ku Tirkiyê nikare derbasî Efrînê bibe.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Tevî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, oparasyona Mertala Ferêt li bakûrê Sûriyê û bi taybetî li bajarê Minbic û Efrînê dê berdewam be, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tekez dike ku Tirkiyê nikare derbasî Efrînê bibe. 

Serkirdeyên TEV-DEMê didin zanîn, tevî hemû gefên Tirkiyê li ser Efrînê, lê ew nikare derbasî xaka Efrînê bibe , herwiha dibêjin ku Sûriyê ber bi çareseriyê ve diçe û rola Tirkiyê li deverê dê bi dawî bibe.

Sikirtêrê Partiya Aştiya Demokrat ya Kurdistanî Telal Mihemed ku partiya ji TEV-DEMê ye ji K24ê re got: “Tirkiye dibêje ku operasyona Mertala Ferêt bidawî nebûye. Daxuyaniyên vê dawiyê yên berpirsên hikûmeta Tirkiyê dîsa rêjîma Sûriyê bi dîktatoriyet, şovenîsm û tawanbariyê tometbar kir. Ev yek tê wateya ku rola Tirkiyê di pêşeroja Sûriyê de nemaye, niha rêkeftineke navdewletî hatiye kirin, texmîna min ew e, Rûsya û Amerîka dê li ser kar bikin, ku sala 2018an de dê qonaxeke siyasî li Sûriyê dest pê bike.”

Ji aliyê xwe ve şîrovekarê siyasî Ekrem Hisên dide zanîn ku hemû gefên Tirkiyê tên, bi sedema projeya fedralîzma Bakurê Sûriyê. Herwiha dibêje, ji ber hebûna Amerîkî li herêmên Kurdî, Tirkiyê nikare derbasî Efrînê bibe.

Şîrovekarê siyasî Ekrem Hisên ji K24ê re got: “Erdogan di wê xewnê de ye, ku dixwaze careke din dewleta Osmanî vegerîne û xakeke din jî bixe bin destê xwe. Em tev dizanin ku wî şoreşa Sûriyê firot, li hembera ku nehêlibe herêmeke Kurdî li vir çê bibe, ji ber wê jî ew dixwaze her tiştî li vê herêmê li dijî Kurd bikar bîn. Ez dibêjim ku tiştek ji van xewnan pêk nayê û ti carî nikare derbas bibe. Amerîkî û Rûsya jî qet qebûl nakin ku Erdogan derbasî herêmên Kurdî bibe.”

Di dema dawî de daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarî derbasbûna bakurê Sûriyê û bi taybetî ji bajarê Efrînê re zêde dibin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ji aliyê xwe ve tekez dike, heger artêşa Tirkiyê berê şer bide Efrînê, dê bersivine tund li dijî wan bidin.