Serok Barzanî: Kurdistan mînakeke diyar ya pêkvejiyana pêkhatan, ol û neteweyiyên cuda ye

Serok Barzanî bi boneya cejna Qiyameya Hezretî Mesîh peyameyeke pîrozbahiyê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî pîrozbahiya cejna Qiyameya Hezretî Mesîh li mesîhiyên Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê dike û di peyamekê de radigihîne: “Helkeft û cejna pêkhatên Kurdistanê derfetên baş in ji bo dupatkirina birayetî, aştî û pêkvejiyanê û cihê şanaziyê ye li welatê me çanda pêkvejiyan dîrokeke xwe ya kevin heye û bi sayeya wê kultûra bilind a xelkê Kurdistanê ye ku welatê me di asta herêmayetî û cîhanî de mînakeke diyar ya pêkvejiyana pêkhatan, ol û neteweyiyên cuda ye.”

Herwiha di peyama Serok Barzanî de hatiye: “hêviya bextewerî û şadiyê ji bo xuşk û birayên me yên Mesîhî dixwazim û hêvîdar im ev helkeft destpêkek be ji bo nemana tundiyê û zulm û aştî li ser navçeya me û cîhanê bikêşe.”

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser be) pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan, Iraqê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdar im hemû cejnên xwe di xweşî û şadî û bexteweriyê de pîroz bikin.

Helkeft û cejna pêkhatên Kurdistanê derfetên baş in ji bo dupatkirina birayetî, aştî û pêkvejiyanê û cihê şanaziyê ye li welatê me çanda pêkvejiyan dîrokeke xwe ya kevin heye û bi sayeya wê kultûra bilind a xelkê Kurdistanê ye ku welatê me di asta herêmayetî û cîhanî de mînakeke diyar ya pêkvejiyana pêkhatan û ol û neteweyiyên cuda ye.

Di vê helkefta pîroz de hêviya bextewerî û şadiyê ji bo xuşk û birayên me yên Mesîhî dixwazim û hêvîdar im ev helkeft destpêkek be ji bo nemana tundiyê û zulm û aştî li ser navçeya me û cîhanê bikêşe.

Bimînin bi xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

20.04.2019