Rûniştineke din ya dadgehkirina Cîgira hevseroka HDPê birêve çû

Di rûniştinê de, dadgehê biryar da, ku Tugluk girtî bimîne û di rûniştina dahatî de beşdarî doza xwe bibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro li Dadgeha Enqerê di bin tedbîrên tund yên ewlehiyê de, rûniştina sêyemîn a doza cîgira hevseroka HDPê Aysel Tugluk birêve çû.

Hat zanîn ku vê carê jî Aysel Tugluk di hola dadgehê de amade nebû. 

Di rûniştinê de, dadgehê biryar da, ku Tugluk girtî bimîne û di rûniştina dahatî de beşdarî doza xwe bibe.

Doza Tuglukê ji bo 16ê Adara 2018an hat paşxistin.

Ev bû nêzîkî salekê Tugluk hatiye girtin û bi tometa endamtiya PKKê tê dadgehkirin.