Li Bakur 6 endamên PKKê hatine kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serekaniya Tirkiyê ragihand, di encama operasyonên li dijî PKKê de 6 endamên PKKê hatine kuştin. HPG jî dibêje, wan 20 leşkerên Tirk kuştine.
Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyonên li dijî PKKê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku li bajarên Colemêrg, Dêrsim û Wanê operasyonên berfireh hatine birêvebirin.
Sererkaniya Tirkiyê diyar kir, li Dêrsimê 3, li Colemêrgê 2 û Wanê jî endamekî PKKê canê xwe ji dest dane û operasyon berdewam dikin.
Ji aliyekî din ve Hêzên Parastina Gel (HPG) jî dibêje, wan şeva borî li Şemzînana Colemêrgê êrîşê bingeheke leşkerî kirine û 20 leşker kuştine.