Erdogan dîsa dev avêt Ewrûpa û Amerikayê

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bi zimanek tund êrîşî Ewrûpa û Amerikayê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan bi zimanek tund êrîşî Ewrûpa û Amerikayê kir.

Di axaftina xwe li pêş Kongreya 6emîn a AKP li bajarê Erzûrûmê de, Erdogan biryara Parlementoya Ewrûpa ya liser rawestandina Operasyona Efrînê bi gotinên dijwar rexne kir: “Hûn (Ewrûpa) ji mirovayetiyê fam nakin. 3,5 Suriyeyî li mala min in. Ev 7 sal in em xweîtiyê li wan dikin. Ger me deriyên xwe vekiriba, hûn dê bireviyan qulikan! Ey, Parlementoya Ewrûpa, ji kengî ve hûn fêr bûn aqil bidin vî millet? Wî aqlî ji xwe re bihêlin!”

Serokomarê Tirkiyê herweha gotinên xwe yên dijwar hemberî Amerika jî domandin: “Ger Amerika bixwaze li dijî terorê ligel me kar bike, bila teroristan ji wir derxe. Ne ku alîkariya wan bike. Gere w neke, em dê bikin. Inşallah em dê nêzîk berê xwe bidin Minbicê û destê alîkariyê bigihînin brayên xwe yên Minbicê.”

Berî çendîn rojan birêvebirên Tirk diyar dikirin ku, ligel Amerika liser Minbic rêkeftin pêkanî ne, lê Wezareta Derve ya Amerika ragihandibê ku, tu rêkeftin ligel Tirkiye nîn in!

 

C.B