Welatî ji vegera rêjîmê bo Rojavayê Kurdistanê di metirsiyê de ne

Axaftin derbarê vegera rêjîma Sûriyê ji bo devera Rojavayê Kurdistanê zêde dibe û ev yek metirsiyekê li cem hin welatiyên bajarê Qamişlo çê dike. Lê di heman demê de, hin welatî dibêjin ku vegera rêjîmê rewsa deverê naguherîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Axaftin derbarê vegera rêjîma Sûriyê ji bo devera Rojavayê Kurdistanê zêde dibe û ev yek metirsiyekê li cem hin welatiyên bajarê Qamişlo çê dike. Lê di heman demê de, hin welatî dibêjin ku vegera rêjîmê rewsa deverê naguherîne. 

Di dema dawî de axaftin derbarî rêkeftinekê di navbera rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de zêde dibe, ku li ser bingeha wê rêjîma Sûriyê dê vegere devera Rojavayê Kurdistanê. Hejmarek ji xelkên bajarê Qamişlo û bi taybetî çalakvanên şoreşa Sûriyê metirsîdar in ku rêjîm vegere deverê û sizayan li ser van kesan pêk bînin.

Li ser vê pirsê welatî Ebdilezîz Xelef ji K24ê re dibêje: “Vegera rêjîmê dê tevliheviyekê di nava milet de çê bike. Bêhtirî nîvê miletê me derketine, xortên me jî derketine, even mane jî dê derkevin û birevin. Em bihêvî ne ku tiştekî wiha nebe. Gotine heye ku danûstandin di navebera hevalan û rêjîmê de heye, em dilniya ne emê bimînin û em dernakevin, em radestî rêjîmê nakin, heger rêjîm bê jî wê bi awayekî sembolîk be.”

Ji aliyekî din ve, hin welatî dibêjin eger rêjîma Sûriyê vegere herêma Kurdî ti guhertinên mezin çê nabin. Herwiha didin zanîn ku metirsiya welatiyan ya herî mezin ji lêşkeriya rêjîmê ye, lê kişandina ciwanan bo lêşkeriyê nerawestiya ye, çi ji aliyê rêjîmê ve yan jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve û ev pirs dê berdewam be.

Welatî Mehmûd Hec Silêman dibêje: “Nema em ji wê ditirsin. Kî vedigere bila vegere. Ma niha ne em li ber royê disewirînin. Em ji ber birçîbûn, tîbûn û xwêdanê nervîn, navên xortên derketine wê li cem wan hebin, lê kesên wek min dixwazin sibe rêjîm vegere, hebekî em mirtah bibin û em vegerin xweşiyê. Wellah em aciz bûn, tu herî kîjan malê kesek nemaye. Xelk giş reviyan, giş çolan e. Li ser firavînê rûdinin hêsr dikeve çavên wan, zarokên wan ne amade ne, ji sedî 90 keçikên me dawatên xwe bê zabe çêkirin.”    

Ji heyama heftiyekê ve hin dezgehên ragihandinê yên girêdayî rêjîma Sûriyê radigihînin ku rêkeftinek di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîmê de hatiye îmzekirin , lê rayedarên Rêveberiyê Xweser tekez dikin ku ev yek ne rast e û ti rêkeftin çê nebûne.